Kanala ROJAVA TV

UNICEF BI QUTKIRINA AVÊ BARÊ KOÇBERÊN EFRÎNÎ YÊN LI ŞEHBAYÊ GIRATIR KIRIYE

Derbarê qutkirina avê ji aliyê Rêxistina UNICEF’ê ve li ser koçberên Efrînî, Hevserokê Meclîsa Kampa Berxwedan Xilosî Beso diyar kir ku, UNICEF bi qutkirina avê re dixwaze karîseteke mirovî çêbike.

Her wiha Endama Şaredariya Gel Xedîce Ebdo got, bi qutkirina avê re barê wan girantir bûye û ew bi zehmetiyan re rû bi rû ne.

Ev 6 sal in Koçberên Efrînî yên ku li kantona Şehbayê bi cih bûne, him li dijî êrişên dewleta Tirk him jî li dijî ambargoya giran a hikûmeta Şamê li ber xwe didin.

Tevî vê yekê jî rêxistina UNICEF’ê ya cîhanî di 15’ê Sibatê de av ji ser gund û kampên koçberiyan ên Şehbayê bi temamî qut kir.

Derbarê qutkirina avê ji aliyê Rêxistina UNICEFê ve, Hevserokê Meclîsa Kampa Berxwedan Xilosî Beso diyar kir ku, UNICEF bi qutkirina avê re dixwaze karîseteke mirovî çêbike.

Endama Şaredariya Gel a şehbayê Xedîce Ebdo jî got, bi qutkirina avê re barê wan girantir bû û ew niha bi zehmetiyan re rû bi rû ne.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Şehbayê li gorî derfetên heyî avê li kampan belav dike.

Lê destnîşan dike ku, eger UNICEF di qutkirina avê de berdewam be, dê nexweşî derkevin û gel rastî êşên mezin were.