Kanala ROJAVA TV

RÊVEBERIYA XWESER ZAGONA KOMÎSERIYA BILIND A HILBIJARTINAN PESEND KIR

Meclisa Gelan a Demokratîk rûniştina xwe ya 94’an li dar xist û zagona komîseriya bilind ya hilbijartinan pesend kir û 20 kes jî weke endamên komîseriyê hatin hilbijartin.
Rûniştin bi beşdariya Rêveberên Meclisa Gelan yên kantonan, Hevserok û Endamên Meclisa Gelan a Demokratîk a Rêveberiya Xweser, li hola encûmena zagonsaz ya kantona Reqayê li dar ket.
Rûniştin bi deqeyeke rêzgirtin destpêkir û piştre reşenivîsa ku ji 29 made û 3 bendan pêk tê hat xwendin û deriyê nîqaşê li ser wan hat vekirin.
Beşdarên rûniştinê made bi made nîqaş kirin û nêrînên xwe li ser parve kirin.
Piştre reşenivîsa komîseriya bilind ya hilbijartinan hate pesendkirin û ji bo endamên wê jî 20 kes hatin destnîşankirin.