ZANÎNGEHA ROJAVA Û SZK’Ê BI BONEYA 15’Ê GULANÊ KOMXEBATEK LI DAR XISTIN
Zanîngeha Rojava û Saziya Zimanê Kurdî bi boneya 15’ê Gulanê komxeabteke hevbeş saz kirin û rewşa ziman nîqaş kirin.
Beşdarên komxebatê jî diyar kirin roja 15’Ê Gulanê ji bo wan rojeke dîrokî û xwedî giringiyeke taybet e.
Ji bo nîqaşkirina rewşa zimanê Kurdî li Rojavayê Kurdistanê, îro Saziya Zimanê Kurdî SZK’ê û Zanîngeha Rojava komxebateke hevbeş li avahiya zanîngehê ya li Qamişlo li dar xistin.
Zimanzanê Kurd Dehma Ebdulfetah panel bi rê ve bir û behsa qonaxên pêşketina zimanî û giringiya 15’ê Gulanê kir.
Her wiha diyar kir ku ji bo pêşxistina zimanê Kurdî divê gavên mezintir bêne avêtin.
Beşdarên komxebatê jî diyar kirin roja 15’ê Gulanê ji bo wan rojeke dîrokî û xwedî giringiyeke taybet e.
Di dawiya komxebatê de helbestvan Beşîr Mele Newaf û komeke xwendekarên Beşa Wêjeya Kurdî li ser jiyana helbestvan Feqiyê Teyîran helbest xwendin. Her wiha govendên gelêrî jî hatin gerandin.