Kanala ROJAVA TV

XELKÊN CIZÎRÊ LI DIJÎ KOMPLOYA 15’Ê SIBATÊ DAKETIN QADAN

Bi armanca şermezarkirina Komploya 15 ê Sibatê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, li Qamişlo, Dêrik û Hesekê meşên girseyî hatin lidarxistin .

Meşvanan tekez kirin ku ew ê ji bo azadiya Rêber Apo her dem di nava çalakiyan de bin .
Bi armanca şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, li Qamişlo, Dêrik û Hesekê meşên girseyî hatin lidarxistin.Bi hezaran Xelkên Qamişlo û navçeyên wê Tirbespiyê, Til Hemîs û Amûdê bi meşekê salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şeremzar kirin .

Meş ji çerxereya osman sebrî destpêkir û li lîstiggeha şehîdên 12’ê adarê veguherî mîtîngê.

Di mîtîngê de axaftin hatin kirin û hate destnîşan kirin ku ew ê ji bo azadiya Rêber Apo her dem di nava çalakiyan de bin .

Çalakî bi xwendina helbestên li ser Rêber Abdullah Ocalan hatine nivîsandin û dirûşmeyan bi dawî bû .

Bi heman armancê Xelkên bajarê Dêrikê û navçeyên wê meşeke mezin li dar xistin .

Meş ji Qada Azadî ya bajêr dest pê kir û li ber navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger ya Şehîd Bawer veguherî mîtîngê.

Di meşê de pankartên bi nivîsên “Bi rihê têkoşîna gelê şoreşger û pêngava domdar a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê pergala Îmraliyê hilweşînin”, “Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” hatin hildan .

Di dawiya meşê de, Koma Şanoyê ya navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran şanoyek bi navê “Hêviya azadiyê” pêşkêş kir.

Li bajarê Hesekê jî meş bi tevlêbûna xelkên bajêr, navçeyên Dirbêsiyê, Til Temir, Til Birak, Hol û Şedadê hate lidarxistin .

Meş ji Çerxerêya Şehîd Arîn Mîrkan dest pê kir û li Çerxerêya Sebax veguherî mîtîngê .

Di mîtîngê de axaftin hatin kirin û banga azadiya Rêber Abdullah Ocalan hate kirin .

Gelê Kurd ji her demê zêdetir bi pêşengiya Rêber APO li ser piyane û li dijî sîstemên qirker û komploger têkoşîna xwe ya azadiyê didomînin.