Kanala ROJAVA TV

LI ŞEHBAYÊ KOMPLOYA LI DIJÎ RÊBER APO HATE ŞERMEZARKIRIN

Li Kobanê û Şehbayê jî bi armanca şermezarkirina Komploya li dijî Rêber Apo meşên girseyî hatin lidarxistin .

Meşvanan destnîşan kirin ku, ew ê sîstema Îmraliyê hilweşînin û bi Rêber Apo re azad bijîn.

Ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan, bi hezaran xelkên Şehbayê û Koçberên Efrînî bi dirûşma “Êdî bes e ji tecrîd, înkar û xiyanetê re, dem dema azadî û têkbirina Komploya 15’ê Sibatê ye” daketin qadan.

Meş ji ketina navçeya Fafînê destpêkir û li ber Dibistana mûşat veguherî mîtîngê .

Meşvanan siloganên “Bijî berxwedana Rêber Abdullah Ocalan” û “bê Serok jiyan nabe” berz kirin .

Her di meşê de axaftin hatin kirin û hate gotin ku, ew ê sîstema Îmraliyê hilweşînin û bi Rêber Apo re azad bijîn.Bi hezaran xelkên Kantona Firatê jî ji bo azadiya rêber Apo daketin qadan û tekezî bi bilindkirina asta Têkoşînê kirin .

Meş bi beşdariya rêveber û endamên deste, sazî û ofîsên girêdayî Rêveberiya Xweser û partiyên siyasî, hate lidarxistin .

Meş ji qada jina azad destpê kir û li rêya hilincê veguherî mîtîngê .

Meş bi durişmên bê serok jiyan nabe û azadî ji rêber Apo re bi dawî bû .

Li dijî komploya Navnetewî û tecrîda girankirî ya li greva Îmraliyê, gelê Kurd û dostên wan ên li Cîhanê di nava çalakiyan de ne û daxwaza azadiya Rêber APO dikin.