Kanala ROJAVA TV

OPERASYONÊN HÊZÊN EWLEKARIYÊ YÊN LI DIJÎ ŞANEYÊN DAIŞ’Ê RASTÎ PÊŞWAZIYEKE GERM TÊN

NEZÎFA XELO - HEVSEROKA ENCUMENA CÎBICÎKAR A MINBICÊ

Di 27’ê çileyê de hêzên Ewlekariya Hundirîn bi hevkariya QSD Û hevpeymaniya Navdewletî qonaxa 3’emîn a operasyona Mirovî û Ewlehiyê ya li kampa Holê dan dastpêkirin û têde 85 çete girtin.

Hevseroka Encumena Cîbicîkar ya Kantona Minbicê Nezîfa Xelo destnîşan kir ku operasyonên li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ’ê, bandoreke erênî li ser hemû beşên civakê dike.

Hemwextî êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser binesaziya herêmê û hedefgirtina zindana Sîna ya ku bi hezaran çeteyên DAIŞ’ê û Eşbal El Xîlafa têde girtîne, tevgera şaneyên razayî yên çeteyên DAIŞ’ê li Kampa Holê û herêmê zêde bûn.

Bi armanca têkbirina hewlên zindîkirina DAIŞ’ê, 27’ê çileyê hêzên Ewlekariya Hundirîn bi hevkariya YPJ’ê, QSD û hevpeymaniya navdewletî dest bi qonaxa sêyemîn a operasyona Mirovî û Ewlehiyê ya li kampa Holê kirin.

Hevseroka Encumena Cîbicîkar ya Kantona Minbicê Nezîfa Xelo destnîşan kir ku, têkbirina şaneyên razayî yên DAIŞ’ê di nava civakê de aramiyê peyda dike.

Her wiha Nezîfa Xelo diyar kir ku, bi saya fedekariyên şehîdan û QSD’ê dê herêm herdem parastî bimîne.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di daxuyaniya bidawîbûna operasyonê de ragihandibû ku 85 çete hatine girtin, 8 kilaşinkov, 4 mayin – 2 kemberên teqemeniyê – 7 bombeyên destan – 25 teqemenî û miqdarek din ya teqemenî û cebilxaneyan jî hatine desteserkirin.