Kanala ROJAVA TV

ŞEHÎD ELÎ EL SALIH BI MERASÎMEKÊ LI HESEKÊ HAT OXIR KIRIN

Bi dehan xelkên bajarê Hesekê bi merasîmekê cenazeyê şehîd Elî El Salih li goristana şehîdan a Aşûriyan li Hesekê oxir kirin.

Şervanê Meclisa Leşkerî ya Sûryanî Elî El Salih bi nasnav Sîviryos dema erkê xwe yê leşkerî pêk dianî şehîd bû.

Li goristana şehîdan a Aşûriyan li Hesekê endamên partiyan, heval û hogirên şehîd beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîmê de, axaftin ji aliyê Yekîtiyan Sûryaniyan, Meclisa Leşkerî a Sûryanî û Meclisa Malbatên Şehîdan a Sûryaniyan ve hatin kirin.

Axêveran sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û soza şopandina riya şehîdan dan.

Piştî axaftinan, nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatên hate kirin.

Cenazyê şehîd din nava siloganên ” Şehîd Namirin ” spartin axê.