Kanala ROJAVA TV

KOBANÊ BÛ SEMBOLA BERXWEDAN Û HILWEŞÎNA XEYALÊN DAGIRKERAN

Bi boneya 9’emîn salvegera rizgarkirina Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê, Malbatên şehîdan ên kantona Firatê ji Rojava TV re behsa giringiya berxwedana Kobanê dikin û dibêjin, Kobanê bi saya fedekariyên mezin neket û bû sembola têkbirina çeteyên DAIŞ’ê.

Kobanê, bajarê danasîna Kurdan bi cîhanê ye.

Di 26’ê Çileya sala 2015’an de bajarê Kobanê ji hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin.

Bi vê boneyê Endamên Meclisa Malbatên şehîdan yên kantona Firatê ji Rojava Tv re axivîn û behsa giringiya berxwedana kobanê kirin.

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan Ayşe Efendî diyar kir ku Kobanê bi saya fedekariyên mezin neket û bû sembola têkbirina çeteyên DAIŞ’ê.

Her wiha Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mistefa Ebdulrehman jî anî ziman ku çiqas dewleta Tirk êrîşên xwe dijwartir bike, lê ew ê bi rihê berxwedana Kobanê seferber bibin û faşîzmê jî têk bibin.

9 sal di ser wê berxwedaniya ku rê neda xewn û xeyalên dewleta Tirk ku Kobanê dagirbike bibe , derbas dibe.

Lê heta niha jî dewleta Tirk a dagirker dest ji êrişên xwe yên li ser Kobanê û Rojavayê Kurdistanê bernedaye û rojane bi balefirên şer û topan gund û navçeyên Kobanê bombebaran dike.