Kanala ROJAVA TV

ARMANCA DEWLETA TIRK ÎNKARKIRIN Û QIRKIRINA GEL BÛ

ROHILAT EFRÎN- ENDAMA FERMANDARIYA GIŞTÎ YA YPJ'Ê

Endama Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parasrtina Jin YPJ’ê Rohilat Efrîn ji Rojava TV re diyar kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker ji êrîşên li dijî Efrînê înkarkirin û qirkirina gel bû, lê şervanan li hemberî teknolojiya herî pêşketî berxwedaneke dîrokî meşandin.

Endama Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê Rohilat Efrîn têkildarî salvegera 6’an a destpêkirina êrîşên li dijî Efrînê ji Rojava TV re nirxandin kir.

Rohilat Efrîn di nirxandinên xwe de diyar kir ku armanca dewleta Tirk ji êrîşên li dijî Efrînê înkarkirin û qirkirina gel bû.

Her wiha Rohilat Efrîn di dewama nirxandinên xwe de anî ziman ku vekşîna rûsya ji efrînê ji polîtîkeyên dagirkirina kurdistanê bû.

Endama Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê Rohilat Efrîn di dawiyê de destnîşan kir ku Şervanên YPG’ê-YPJ’ê li hemberî teknolojiya herî pêşketî berxwedaneke dîrokî li Efrînê meşandin.