Kanala ROJAVA TV

XWENDEKARÊN REQAYÊ EZMÛNÊN DAWIYA QONAXA YEKEMÎN PÊŞKÊŞ DIKIN

Qonaxa yekemîn ya sala xwendinê ber bi dawiyê ve diçe û mamoste dest bi nirxandina xwendekaran ya dawiyê dikin.
Li kantona Reqayê xwendekar ezmûnên xwe yên dawiya wezê yekemîn ê sala xwendinê ya 2023 û 2024’an pêşkêş dikin.
Mamosteyên Reqayê xwendekaran li gorî sîstema nû ya perwerdeyê dinirxînin.
Li gorî pergala perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser xwendekar bi awayekî rojane xwendekar li ser xalên weke; rêbaz, danûstandin, xwendin, zîrekî û beşdariya wan ya di nava refê de têne nirxandin.
Piştî ku xwendekar li ser tevahî xalan têne nirxandin, encama wan ya dawiyê derdikeve û asta serkeftin an jî binkeftinê diyar dibe.
Pergala nirxandina xwendekaran ya li Herêma Rêveberiya Xweser weke ezmûna pêşîn a li Rojhilata Navîn tê naskirin.