Kanala ROJAVA TV

RÊVEBERIYA XWESER A EFRÎN Û ŞEHBAYÊ CIVÎNA XWE YA SALANE LI DAR XIST

Rêveberiya Xweser a Kantonên Efrîn û Şehbayê civîna xwe ya salane li dar xist û rewşa herêmê nîqaş kir.
Civîn bi beşdariya nûnerên sazî, dezgeh û desteyên Rêveberiya Xweser hat lidarxistin.
Di civînê de rewşa karûxebatên desteyan ên di nava salekê de, astengiyên ku li pêşiya wan derdikevin û nexşerêya sala dahatî hatin nîqaşkirin.
Rêveberiya Xweser a Kantonên Efrîn û Şehbayê diyar kir ku dorpêça Hikûmeta Şamê û êrîşên dewleta Tirk a dagirker bandoreke neyînî li jiyana xelkê dike.
Civîna salane bi wergirtina nêrîn û pêşnîyaran bi dawî bû.