Kanala ROJAVA TV

DORPÊÇA HIKÛMETA ŞAMÊ JIYANA KOÇBERÊN EFRÎNÎ DIXE METIRSIYÊ

Koçberên Efrînî yên Li Kampa serdem dimînin diyar kirin ku ji ber dorpêç û tunebûna madeyên sereke yên jiyanê ve rastî gelek zehmetiyan tên .
Koçberan destnîşan kirin ku, ew ê bi berxwedan û têkoşîna xwe dorpêçê têk bibin.

Hikumeta Şamê ji zêdetirî 5 salan ve dorpêçeke giran li ser kantona Şehbayê ferz kiriye û nahêle ku derman, sotemenî û pêdiviyên jiyanê yên rojane derbasî herêmê bibin.

ji ber dorpêçê tevahî qadên jiyanê li şehba ziyan dîtine û heta bi tekane nexweşxaneya li herêmê nikare nexweşan derman bike û on beşê destwerdana lezgîn dixebite.

Koçberên Efrînê yên di kampa Serdem de dimînin behsa zehmetiyên xwe yên di nava çadran de dikin û dorpêça hikumeta şamê şermezarkirin.

Koçberên Efrînî tevî şert û mercên jiyanê yên zehmet biryara berxwedanê û vegera li efrînê didin û bang li aliyên têkildar dikin ku bakımseriyêkê peyda bisikletin û dorpêça hikûmeta şamê ji ser wan rakin.

Ji ber dorpêça Hikûmeta Şamê, sermaya zivistanê,nebûna sotemenî û dermanan destpêka Kanûnê Sozdar Hesen ve 3’ê salî li kampa serdem jiyana xwe ji dest da.