Kanala ROJAVA TV

HEVPEYMANA CIVAKÎ YA RÊVEBERIYA XWESER MAFÊN TEVAHÎ GELAN DIPARÊZE

Rêveber û endamên Encumena Zagonsaz behsa Hevpeymana Civakî ya Rêveberiya Xweser dikin û diyar dikin ku, nêrînên tevahî pêkhateyan hatine wergirtin.
Her wiha didin zanîn ku deriyê wan her dem ji bo dîyalog û danûstandinan vekiriye.

Hevpeymana Civakî ya Rêveberiya Xweser ku nexşerêya kar û xebatê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar dike, roja 12’ê vê mehê ji aliyê Encumena Demokratîk a Gelan ve bi yekdengî hate erêkirin.

Hevpeymana ku ji 134 madeyan pêk tê, xwe dispêrê paradîgmaya Neteweya Demokratîk ya azadiya gelan.

Hevserokê Encumena Zagonsaz a Minbicê Mihemed Elî El- Ebo behsa naveroka Hevpeymana Civakî dike.

Her wiha endama encumena zagonsaz a Herêma Cizîrê Neda Melkî jî da zanîn ku nêrînên tevahî pêkhateyan di sazkirina Hevpeymanê de hatine wergirtin.

Li gorî Hevpeymana Civakî ya Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê dê gelek guhertin pêk werin û di demên pêş de hilbijartin jî bêne lidarxistin.