Kanala ROJAVA TV

CIWANÊN REQAYÊ PIRTÛKÊN RÊBER APO LI SER XWÎNERAN BELAV DIKIN

Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger pirtûkên Rêber APO li xwînerên Reqayê hatin belavkirin.
Xwîneran diyar kirin ku, bîrdoziya Rêbertî rêya wan ronî kir.

Ev pirtûk û parêznameyên Rêber APO ne ku bîrdoziya azadiyê belav kir û rêya Ronahiyê nîşanî gelên bindest da.

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Reqayê pirtûkên Rêber APO li kolan bi kolanên bajêr digerînin.

Nimayîşkirina pirtûkên Rêber APO rastî eleqeyeke mezin tê û xwîner ji bo xwendina Pirtûkên Rêbertiyê di sireyê de disekinin.

Serperiştên çalakiyê diyar dikin ku armanca wan belavkirina bîrdoziya Rêbertîyê ye.

Xwîneran diyar kirin ku ew bi hûrbînî pirtûkên Rêber APO bixwînin û jiyanê xwe li gorî wê bi rêxistin bikin.

Ev demeke li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi pêşengiya tevgerên Ciwanên Şoreşger pirtûkên Rêber APO têne belavkirin û rastî pêşwaziyeke germ a xwîneran tên.