Kanala ROJAVA TV

ÊRÎŞÊN LI SER BINESAIZYA HERÊMÊ BANDOREKE MEZIN LI MAZOTÊ KIR

Hevserokê ofîsa xizmetguzariyê di Rêveberiya sotemeniyê li herêma cizîrê de Kawa Silêman ji Rojava Tv re behsa Sedemên derengmayîna Belavkirina Mazotê kir .
Kawa Silêman Destnîşan kir ku yek ji sedemên derengmayîna Belavkirina Mazotê, Êrîşên dagirkeriyê ên li dijî Binesaziya herêmê, û şerê li Dêrazorê bû .

Dewleta Tirk a dagirker 4′ê Cotmehê êrişên bê navber li dijî navend û binesaziya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anî. Di encamê de ziyanên mezin bi qasî mîlyar dolar amerîkî çêbûn.

êrîşên li ser binesaizya Herêmê bandoreke mezin li mazotê jî kir.

Hevserokê ofîsa xizmetguzariyê ya Rêveberiya sotemeniyê ya herêma cizîrê de Kawa Silêman diyar kir ku mekanîzmaya belavkirina mazota zivistanê di nîvê meha Tebaxê dest pê kir.

Her wiha anî ziman ku Rêveberiya sotemeniyê bi armnaca birêveçûna Makanîzmeya belavkirina mazotê, Kartên nû derxistiye .

Kawa Silêman destnîşan kir ku yek ji sedemên derengmayîna Belavkirina Mazotê, Êrîşên dagirkeriyê ên li dijî Binesaziya herêmê bû

Hevserokê ofîsa xizmetguzariyê ya Rêveberiya sotemeniyê ya herêma cizîrê Kawa Slêman da zanîn ku rêveberiya Sotemeniyê ji bo belavkirina mazotê li xwediyên jeneratoran bernameyeke nû amade dike.

Her wiha eşkere kir ku wan dest bi belavkirina nêzî 2 milyon lître mazot li dibistanên Herêma Cezîrê jî kirine.