BANGÊN TEVLÎBÛNA JI PÊNGAVA AZADIYA RÊBER APO RE ZÊDE DIBIN
Malbatên Şehîdan ên Şehbayê Banga tevlîbûna Pêngava Azadiya Rêber Apo kirin û gotin dem dema azadiya Rêber Apo ye .
Her wiha Destnîşan kirin ku azadiya Gelan bi azadiya Rêber Apo ve girêdayî ye .
Pêngava ” ji rêber Abdullah Ocalan re Azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî ” 10’ê Cotmehê li 74 navendên cîhanê dest pê kir .
Her ku diçe tevlîbûna û piştgiriya ji pêngavê re zêde dibe .
Malbatên Şehîdan ên Şehbayê Banga tevlîbûna Pêngava Azadiya Rêber Apo kirin û gotin dem dema azadiya Rêber Apo ye .
Her wiha Malbatên Şehîdan Destnîşan kirin ku azadiya Gelan bi azadiya Rêber Apo ve girêdayî ye .
Bangên Şikandina Tecrîdê û azadiya rêber Abdullah Ocalan roj bi roj zêdetir dibin lê ne Civaka navneteweyî û ne jî rêxistinên mafên mirovan bi erka xwe ranabin û xwe li hember Kiryarên li dijî Rêber Apo bê deng dikin .