BERTEK Û NERAZÎBÛNÊN LI DIJÎ HEDEFGIRTINA NAVENDA CIWANAN ZÊDE DIBIN
Ciwanên bajarê Hesekê Êrîşa Dewleta Tirk a li dijî Navenda Ciwanan a Minbicê, şermezar kirin û destnîşan kirin ku armanca dewleta Tirk ji êrîşan şkandina vîna ciwana e.
Her wiha tekez kirin ku ew li hember pilanên dewleta Tirk hişyarin û di çalakiyê xwe de berdewamin .
10′ ê vê mehê Dewleta Tirk a dagirker li dijî Navenda Ciwanan a Minbicê êrîş pêkanî.
Li gorî agahiyan di encamê de gelek kes birîndar bûn û zirarên madî çêbûn .
Li hember vê êrîşa hovane pertek û nerazîbûn zêde dibin .
Ciwanên bajarê Hesekê destnîşan kirin ku armanc ji êrîşa dewleta Tirk şikandina Vîna Ciwanan e .
Her wiha Ciwanan tekez kirin ku ew li hember pilanên Tirkiyê hişiyarin û di çalakiyên xwe de berdewamin .
Ciwanan di dawiyê de soza berdewamkirina têkoşînê dan û gotin êrîşên dewleta tirk tu carî vîn û hêza me lewaz nake.