LI HESEKÊ DÎWANA HELBESTVAN FERÎD CIZÎRÎ BI ŞAHIYEKÊ HAT ÎMZEKIRIN
Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê bi şahiyekê dîwana helbestvan Ferîd Cizîrî li Hesekê îmzekir.
Şahî li Parka Xwendinê ya li taxa Til Hecer a Hesekê hat li dar xistin.
Bi dehan nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl, rewşenbîr, helbestvan û nivîskarên herêmê beşdarî şahiyê bûn.
Di şahiyê de axaftin ji aliyê Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê û helbestvanên herêmê hatin kirin.
Axêveran diyar kirin ku bi riya helbest û nivîsandinê tevahî aliyên jiyanê tên şîrove kirin û hemû astengiyên li pêşberî civakê tên eşkerekirin.
Piştî axaftinan, sînevîzyonek li ser jiyana helbestvan Ferîd Cizîrî hate pêşandan .
Malbata helbestvan Ferîd Cizîrî dîwan îmze kir û xelat wergirt ,Ji ber ku helbestvan Ferîd Cizîrî ji ber rewşa xwe ya tenduristî nikarî beşdar bibûya.