Kanala ROJAVA TV

DI KONFERANSA MECLISA MALBATÊN ŞEHÎDAN DE HEVSEROKÊN NÛ HATIN HILBIJARTIN

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Firatê
konferansa xwe ya 9`emîn li dar xist.

konfrans bi beşdariya endamên meclisê û malbatên şehîdan li hola Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê hate lidarxistin .

her di konferansê de rewşa rêxistinî hate nîqaşkirin .

Di vê çarçoveyê de hevseroka berê ya Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Ayşe Efendî li ser encam û armancên konfransê nirxandin kir.

Li aliyekî din Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan xanim elî jî axivî û hêviya serkeftinê kir.

Di konfransê de ,2 hevserokên nû yên meclisê hatin hilbijartin, Navên wan Sara Xelîl û Mihemed Bozî ne, hevserokan li pêş beşdaran sond xwarin .