XELKÊN REQAYÊ BI BALDARÎ LI BENDA HILBIJARTINÊN ŞAREDARIYAN IN
Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê di 11’ê Hezîranê de pêvajoyeke dîrokî bijî ku ew jî lidarxistina hilbijartinên şaredariyan e.
Hilbijartinên Şaredariyan yekemîn hilbijartin e ku dê piştî erêkirina Hevpeymana Civakî li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê were lidarxistin.
Xelkên Reqayê hêvî dikin ku bi hilbijartinên şaredariyê yên bê re rewşa xizmetguzariyê baştir bibe .
Her wiha xelkên Reqayê diyar kirin ku hilbijartinên şaredariyan ji bo bidestxistina guhertinên erênî yên ku xizmeta berjewendiyên civakê dike, derfeteke baş e .
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hêvî dike ku ev hilbijartin bi aramî û serkeftî bighên serî û gel bi xwe îradeya xwe bi cih bîne .