Kanala ROJAVA TV

DI SALVEGERA ŞEHADETA YÛSIV GULO Û NEVIYÊN WÎ DE PEYAMA MALBATA GULO

malbata gulo di salvegera şehadeta yûsiv gulo û herdû neyiyên wî de careke din peyama têkoşîna ji bo avakirina kurdistaneke azad didin pêş.

Di 9’ê Mijdara 2021’an de balafireke bê mirov ya dewleta Tirk a dagirker erebeya melbata Gulo li taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo bobebaran kir, di encamê de yek ji sitûnên doza Kurd Yûsiv Gulo û her dû neviyên wî Mazlûm û Mihemed Gulo Şehîd bûn.

Îroj 2 sal li ser şehadeta Yûsiv Gulo û her du neviyên wî re derbas dibin, malbata Gulo ya ku bi welatparêziya xwe li herêmê tê naskirina her sal bi helwesteke xurtir û bi rêûresêm layiqî vê salvegerê bi bîrtînin..

Birayê Yûsiv Gulo Ibrahîm Gulo di salvegera şehadeta Birayê xwe de got: ‘’ Yûsiv Gulo yek ji kesên ku civaka herêmê ji rastiya dagirkerên Kurdistanê hişyar dikir’’.

Dayîka şehîd Mazlûm Gulo Necah Gulo jî da xuyakirin: ‘ku’ dijmin bi hedefgirtina pêşangan armanc dike ku me Koçber bike, lê em xwediyê vê xakê ne û dev jê bernadin’’.

Bi derbasbûn 2 salan li ser şehadeha Yûsiv Gulo û her du neviyên wî re malbata Gulo careke din tekeziyê dike ku ew ê ji bo pêkanîna Kurdstaneke serbixwe tekoşîna xwe xurt bikin û heta yek ji malbata Gulo hebe ji bo biserxistina vê armancê têbikoşin.