Kanala ROJAVA TV

ÊZIDIYÊN EFRÎNÊ LI LALEŞÊ CEJNA CIMAYÊ PÎROZ KIRIN

 

Êzidiyên Efrînê ku çûbûn Laleşa Nûranî û cejna Cimayê pîroz kirin, vegeriyan Şehbayê û bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin.
Yekîtiya Êzidiyên Efrînê diyar dike ku wan bi zehmetî xwe gihandine Laleşa Nûranî.

Êzidiyên Efrîna dagirkirî ku li Laleşa Nûranî cejna Cimayê pîroz kirin, bi rêûresmekê ji aliyê yekîtiya Êzidyan ve li Şehbayê hatin pêşwazîkirin.

Civaka Êzidî ji bo pîrozkirina cejna Cimayê 6’ê cotmehê ji çar aliyên cîhanê berê xwe didin Laleşa Nûranî û 12’ê cotmehê jî vedigerin.

Îsal hejmarek ji malbatên Êzidî yên Efrînê jî bi hevkariya Yekîtiya Êzidiyan çûn Laleşê û bi rêûresmekê hatin pêşwazîkirin.

Hevseroka Yekîtiya Êzidiyên Efrînê Meryem Cindo diyar dike ku Êzidiyên Efrînê bi zehmetî xwe gihandin Laleşê.

Kurdên Êzidî salane cejna Cimayê bi coşeke mezin pîroz dikin û hêviyên xwe ji bo pêşerojeke ewle û aram dihûnin.