Kanala ROJAVA TV

ŞERVANÊ YPG BAHOZ HELEB LI ŞEHBAYÊ HAT OXIRKIRIN

Şervanê YPG’ê Bahoz Heleb ku li Dêrazorê di dema amadekariya operasyoneke li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ’ê de bi qezayê şehîd bû, li Şehbayê hat oxirkirin.

Cenazeyê şehîd Beşar Bekir ku Roja pêncşemê ji Dêrazorê anîn herêma Şehbayê, bi awayekî girseyî hat pêşwazîkirin û veguhestin Nexwşexaneya Avrîn.

Doh jî Encumena Malbatên Şehîdan a Kantona Efrîn û Şehbayê merasîma oxirkirinê lidarxist.

Di merasîmê de koçberên Efrînî, şêniyên Şehbayê, rêveberên Encumenên gel ên herêmê û endamên saziyên sivîl amade bûn.

Di merasîmê de axaftin hatin kirin û soza şopandina rêya tevahî şehîdan hate dayîn.

Piştre Cenazeyê şehîd bi tilîliyên dayikan û dirûşmeya, “Şehîd namirin” hate oxirkirin.