BANGÊN AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO LI SERANSERÎ CÎHANÊ DENG VEDIDIN
Têkildarî tecrîda girankirî ya li dijî Rêber APO û qedexekirina hevdîtinan, Serokê Peymangeha Zanistên Yasayî ya Zanîngeha Kobanê Enwer Muşrif diyar dike ku Tirkiyê yasa û destûrên navneteweyî bin pê dike.
Her wiha dibîne ku ji erkê tevahî azadîxwazan e ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO tev bigerin.
Li hemberî tecrîda girankirî ya li dijî Rêber APO bertek zêdetir dibin û bangên azadiyê li çar aliyên cîhanê olan didin.
Dewleta Tirk a dagirker bêyî destnîşankirina ti sedeman ji adara sala 2021’an ve hevdîtina parêzer û malbatê ya li gel Rêber APO qedexe dike.
Serokê Peymangeha Zanistên Yasayî ya Zanîngeha Kobanîyê Enwer Muşrif diyar dike ku, kiryarên Tirkiyê li dijî yasa û destûrên navneteweyî ne.
Her wiha Enwer Muşrif dibîne ku ji erkê tevahî azadîxwazan e ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO tevbigerin û bertekan nîşan bidin.
Roja 10 cotmehê hevdemî salvegera komploya 9’ê cotmehê, li 74 navendên cîhanê dostên gelê Kurd pêngava azadiyê ya ji bo Rêber APO ragihandin û pêngava azadiyê li hawirdora cîhanê deng veda.