PIŞTGIRIYA JI BO PÊNGAVA AZADIYA RÊBER ABDULLAH OCALAN MEZINTIR DIBE
Endamên Kongra Star piştgiriya xwe ji Pêngava “Ji Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” anî ziman û banga tevlêbûnê kir.
Her wiha destnîşan kirin ku ji bo Azadiya Rêber Apo ew ê her dem li qadan bin û asta Têkoşînê bilind bikin.
Bangên Azadiya Fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan Roj bi roj Zêdetir dibin.
10’ê Cotmehê li 74 navendên cîhanê Pêngava “Ji Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” hat ragihandin. Piştgirî û tevlêbûna pêngavê roj bi roj zêde dibe.
Endamên Kongra Star ên kantona Şehbayê piştgiriya xwe ji bo vê Pêngavê anîn ziman û banga tevlêbûnê kirin.
Her wiha endamên Kongra Star destnîşan kirin ku ji bo Azadiya Rêber Apo ew ê her dem li qadan bin û asta Têkoşînê bilind bikin.
Endamên Kongra Star ên kantona Şehbayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan banga tevlêbûna pêngava cîhanî kirin û gotin: “Divê her kes dakeve qadan û asta têkoşîna ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bilind bikin