Kanala ROJAVA TV

WELATIYÊN REQAYÊ BI MERASÎMEKÊ 4 CANGORIYÊN AZADIYÊ OXIR KIRIN

Li bajarê Reqayê bi merasîmeke girseyî 3 şehîdên êrîşa dagirkeriyê ya li dijî Akademiya Asayîşê û şervaneke YPJ’ê hatin oxirkirin.
Bi hezaran welatiyên Rerqayê, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser, Hêzên Leşkerî û Civaka Sivîl beşdarî merasîma oxirkirina cangoriyên azadiyê bûn.
Di merasîmê de axaftin hatin û sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwestin.
Her wiha hate gotin ku dewleta Tirk a dagirker bi hedefgirtina akademiya Asayîşê û binesaziya herêmê, yasayên navdewletî bin pê dike.
Di dawiyê de wesîqeyên şehîdan radestî malbatê hatin kirin û cenazeyên şehîdan bi dirûşmeyên Şehîd Namirin hatin oxirkirin.