Kanala ROJAVA TV

OPERASYONA ‘XURTKIRINA EWLEHIYÊ’ SERKEFTINÊN MEZIN BI DEST XIST

Hevserokê Encumena Navçeya Ehdasê Fewzî Mistefa operasyona Xurtkirina Ewlehiyê erênî dinirxîne û dibêje, operasyonê gelek planên dijmin pûç kirin.

Her wiha diyar dike ku dewleta Tirk a dagirker bi êrîşên xwe dixwaze xebatên QSD’ê asteng bike, lê hevgirtina gelê herêmê planên wan bi bin xistin.

Li ser daxwaza serokeşîr û rûspiyên Dêrazorê, Hêzên Sûriya Demokratîk 27’ê Tebaxê, dest bi Operasyona Xurtkirina Ewlehiyê kir.

Operasyonê şaneyên razayî yên DAIŞ’ê, bazirganên madeyên hişbirê û kesên têkder da ber û civak ji metirsiyên wan rizgar kir.

Hevserokê Encumena Navçeya Ehdasê Fewzî Mistefa operasyona ‘Xurtkirina Ewlehiyê’ erênî dinirxîne û dibêje, operasyonê planên dijmin pûç kirin.

Her wiha Fewzî Mistefa da zanîn ku dewleta Tirk bi êrîşên xwe dixwaze xebatên QSD’ê asteng bike, lê hevgirtina gelê herêmê planên wê bi bin xistin.

Şîrovekar û çavdêrên siyasî dibêjin, Hêzên Sûriya Demokratîk bi wêrekî û fedekariyeke mezin rê li pêşiya komployên metirsîdar girtin û çok li hêzên têkder şkandin.