Kanala ROJAVA TV

BERTEKÊN LI HEMBERÎ TECRÎDA LI DIJÎ RÊBER APO ZÊDE DIBIN

Siyasetmedar û rewşenbîrên Hesekê tecrîda li dijî Rêber APO şermezar dikin û dibêjin, armanca tecrîdê têkbirina projeya Neteweya Demokratîk e.

Her wiha diyar dikin ku Rêber APO bi felsefe û ramanên xwe rêya gelên bindest ronî kir.

Dewleta Tirk a dagirker her ku diçe tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan girantir dike û ji adara sala 2021’yan ve ti agahî ji Rêber APO nayêne wergirtin.

Li hemberî girankirina tecrîdê û polîtîkayên dewleta Tirk ên qirker, gelê Kurd û azadîxwazên cîhanê bi hêrs in û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO dikin.

Endamên PYD’ê yên bajarê Hesekê dibêjin, armanca girankirina tecrîdê têkbirina projeya Neteweya Demokratîk e.

Her wiha endamên yekîtiya rewşenbîran jî diyar dikin ku Rêber APO bi felsefe û ramanên xwe rêya gelên bindest ronî kir.

Parêzerên Rêber APO bi armanca pêkanîna hevdîtinê her hefteyê du caran serî li aliyên peywendîdar didin, lê bêyî ku sedem werin destnîşankirin, daxwazên wan bêbersiv dimînin.