Kanala ROJAVA TV

JI BO NÎQAŞKIRINA REWŞA ABORÎ, ENCUMENA GIŞTÎ CIVÎNEK AWARTE LIDARXIST

Encumena Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîneke awarte ji bo Nîqaşkirina rewşa aborî ya herêmê lidarxist.
Civîn li hola civînan a li avahiya Rêveberiya Xweser bi amadebûna hevserokatiya Encumena Giştî, Şêwirmendên Encumena Giştî ya Rêveberiya Xweser û endamên Encumena Giştî li 7 herêman, hate lidarxistin.
Encumen rewşa gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, başkirina xizmetguzariyê û rêyên pêşxistina wê, giringiya rola encûmenên zagonsaz li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û krîza aborî ya ku li herêmê diqewime Nîqaş dike.
Her wiha dê nîqaş li ser êş û azarên ku gel ji aliyê aborî ve dikşînin, kirîza avê ya Hesekê û
li ser fatoreyên genim ên ku dereng dihatin dayîn ji Cotkaran re, werin kirin.