LI ŞEHBAYÊ MALBATÊN ŞEHÎDAN ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK ŞERMEZAR KIRIN
Encumena Malbatên Şehîdan a kantona Efrîn û Şehbayê bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî çiyayên Kurdistanê şermezar kirin.
Bi dehan endamên Encumena Malbatên Şehîdan a kantona Efrîn û Şehbayê li pêşiya navenda Encumenê ya li gundê Til Qirah ê kom bûn û daxuyanî dan.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku ji ber dewleta Tirk li çiyayên Kurdistanê û qadên berxwedanê tê diçe, êrîşên xwe yên li dijî herêmê zêde dike.
Di berdewamiya daxuyaniyê de bêdengiya hêzên navdewletî û rêxistinên mirovî li hember sûc û kiryarên dewleta tirk hate şermezar kirin.
Encumena Malbatên Şehîdan di dawiyê de soza bilindkirina asta tekoşînê û şopandina riya şehîdan dan.