ŞEHÎD YUSRA DERWÊŞ Û LEYMAN ŞIWÊŞ BI MERASÎMEKE BI HEYBET HATIN OXIRKIRIN
20ê Hizêrana îsal Hevseroka Enumena Kantona Qamişlo Yusra Derwêş li gel Cîgera xwe Leyman Şiwêş û Endamê Encumenê Firat Tûma di encama bombebarana balafira bêmirov a dewleta Tirk li dijî erebeya wan li ser riya di navbera Qamişlo – Tirbespiyê de şehîd bûn.
Doh her du jinên pêşengên Şoreşa Rojava, Şehîd Yusra Derwêş û Leyman Şiwêş bi mersaîmeke bi heybet li Goristana Şehîd Ismayîl a li navçeya Amûdê hatin oxirkirin.
Merasîm bi beşdarbûna Xelkên Herêma Cizîrê, malbatên şehîdan û rayedarên Rêveberiya Xweser pêk hat.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtin li ser giyanên şehîdan destpêkir, paşê axaftin ji aliyê Rêveberiya Xweser a herêmê Cizîrê, Encumena Malbatên Şehîdan a Qamişlo, rêxistinên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Partiya Yekîtiya Suryanan hate kirin û tekezî li ser pêkanîna armanc û hêviyên şehîdan û tolhildana ji wan re hate kirin.
Hevserokê Desteya Hundirên a Herêma Cizîrê Kenan Berekat ji RojavaTV re axivî û got, wê gelê herêmê bi berxwedana xwe êrîşên dewleta Tirk vala derxin.
Her wiha birayê Ş.Leyman Şiwêş Abdulxenî Şiwêş jî got, ew ê şopdarên riya Şehîdan bin, serkeftinê bidest bixin û planên dijminan têk bibin.
Piştî xwendin û radestkirina wesîqeyên şehîdan, cenazeyê şehîd Yusra Derwêş û Leyman Şiwêş li ser milê hevalên wan û bi tilîliyên dayîkan sewqî binaxkirinê hatin kirin