Kanala ROJAVA TV

RÊVEBERIYA XWESER ÊRÎŞÊN LI DIJÎ HERÊMÊ RED KIR

RÊVEBERIYA XWESER: ÊRÎŞ BERDEWAMIYA SIYASETÊN DIJMINANE LI DIJÎ GELÊ HERÊMÊ NÎŞAN DIDIN

Rêveberiya Xweser û TEV-DEM êrîşên dewleta Tirk ên li dijî herêmê û hedefgirtina hevseroketiya Encumena kantona Qamişlo û cîgira wê şermezar û sersaxî da malbatên şehîdan .

Rêveberiya xweser a bakur û rojhilatê sûriyê bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk ên li dijî herêmê û hedefgirtina hevseroketiya Encumena kantona Qamişlo û cîgira wê li ser rêya Qamişlo û Tirbespiyê şermezar û sersaxî da malbatên şehîdan .

Di daxuyaniya xwe de Rêveberiyê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker hedefgirtina sivîlan û binesaziya herêmê ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve ranewestandiye, li pêşberî civata navneteweyî, carê yekser carê bi rêya çete û ajandeyên xwe mîna DAIŞ`ê êriş dike û komkujiyan pêk tîne .

Her wiha Rêveberiyê got: Êriş berdewamiya siyasetên dijminane li dijî gelê herêmê nîşan didin û got: Gelên herêmê, li gel şer û aloziya Sûriyeyê hevgirtinek û aramiyek afirand û hewl didin ku Rêveberiya Xweser bibe modela çareseriyê ku sûriyeyiyan li hev kom dike .

Di dawiyê de rêveberiya xweser bang li Koalîsyona Navneteweyî, Rûsya û civata navneteweyî kir ku ji bêdengiya xwe derkevin, berpirsyariyên xwe bînin cih û dawî li kiryarên dewleta tirk bînin.

TEV-DEM: ARMANCA TIRKIYÊ EW E, ROLA BI BANDOR A RÊVEBERIYA XWESER LI HERÊMÊ LAWAZ BIKE

Li aliyekî din Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker, bi taybet hedefgirtina hevserokatiya Encumena Kantona Qamişlo Yusra Derwêş, cîgira wê Lîman Şiwêş û ajokarê wan Firat Tûma, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

TEV-DEM got: “AKP hikumeteke faşîst e, ji nirx û pransîbên demokrasiyê ditirse û ji pêkanîna wê direve. Li dijî çîna civakên demokratîxwaz hemleyên dijberiyê pêk tîne.