Kanala ROJAVA TV

KOMXEBATA ‘ROJHILATA NAVÎN A DEMOKRATÎK’ DEST PÊ KIR

Komxebata “Bi hev re ji bo Rojhilata Navîn a demokratîk-rêya aştiyê” li paytexta Lubnan Beyrûtê dest pê kir.

Ji 10 welatên Rojhilata Navîn û cîhanê mîna Lubnan, Iraq, Tunis, Sûdan, Filistîn, Urdin, Misir, Afrîkaya Başûr, Îran, Tirkiye, Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Kurdistanê hiqûqnas, siyasetmedar û rewşenbîr ji bo nîqaşkirina kirîza cîhanî û bandorên wê li Rojhilata navîn, her wiha Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û awayê karê hevbeş ji bo pêkanîna Konfedralîzma Demokratîk li Rojhilata Navîn beşdarî komxebatê bûne.
Li gor agahiyan dê ji Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê zêdetirî 200 kesayet tev li komxebatê bibin.
Komxebta li ser 2 rojan e, dê îroj 2 beş werin nîqaşkirin û sibe dê 2 beşên din têkevin rojevê de.