Kanala ROJAVA TV

DEWLETA TIRK A DAGIRKER TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ ROJ BI ROJ GIRANTIR DIKE

Dewleta Tirk a dagirker bi armanca têkbirina vîn û hebûna gelên azadîxwaz her ku diçe tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan girantir dike.

Ji adara sala 2021’an ve dewleta Tirk hevdîtina Rêber APO ya li gel malbat û parêzeran qedexe dike û ti agahî ji Îmraliyê nayêne wergirtin.

Têkildarî mijarê welatiyên bajarê Kobanê tecrîda girankirî şermezar dikin û dibêjin, Rêber APO felsefeya xwe di mejiyê her kesî de çandiye.