Kanala ROJAVA TV

XELKÊN LI ŞEHBAYÊ LI GORISTANA ŞEHÎDAN, ŞEHÎD HAKÎ KARER BI BÎR ANÎN

Di salvegera 46 a şehadeta şehîdê pêşeng ê Partiya Karkerên Kurdistanê Hakî Karer, duh Malbetên şehîdan û xelkê Şehbayê li ser goristana şehîdan kom bûn û mûm li ser gorên şehîdên xwe pêxistin.

Li goristanê piştî deqeyek rêzgirtin axaftin ji aliyê Encumena Malbetên Şehîdan ve hate kirin, di axaftinê de hate gotin , Şehîd Heqî Qerar bi rêhevalên xwe ji bo azadiyê agir bi bedena xwe xistin û ew ê çiruska wî agirî bilind bikin.