PÊŞANGEHA PIRTÛKÊN KURDÎ LI QAMIŞLO DI ROJA 2’EMÎN DE DIDOME
Bi boneya Cejna Zimanê Kurdî, Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê bi dirûşma “Xwendin hebûn e” 2’emîn Pêşangeha Pirtûkên Kurdî li bajarê Qamişlo vekir
Pêşangeh li Hola Zana ya Qamişlo bi beşdariya 32 weşanxane, saziyên çandî û yekitiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê lidare
di pêşangehê de 12 hezar û 140 pirtûk, bi 3 zaraveyên kurdî hatine pêşandan.
Pêşangeh di roja 2’emîn de berdewame û pêşwaziyeke germ lê tê kirin.
Li gorî komîteya amadekar, dê pêşengeh heta 17’ê Gulanê dewam bike