LI BEXÇEYÊ XWENDINÊ YÊ QAMIŞLO PÊŞANGEHEKE ŞÊWEKARIYÊ HAT VEKIRIN
Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê bi hevkariya Zanîngeha Rojava, bi armanca pêşandana hunera xwendekarên herêmê, pêşangah şêwekariyê li Bexçeyê Xwendinê yê bajarê Qamişlo vekir .
Şêniyên herêma Cizîrê, malbat û hevalên xwendekaran û hezkeriyên şêwekariyê li pêşangehê amade bûn.
10 xwendekarên Fakuleteya Hunera Bedew a Zanîngeha Rojava bi berhemên xwe beşdarî pêşangehê bûn. Di pêşangehê de 25 tablo û 10 Peyker hatin pêşandan .
Mijarên tabloyan; şehîdên Şoreşa Rojava, xweza, çand û hunera Kurdî bûn û dê îro bi pêşandana helbestan bi dawî bibe.