Kanala ROJAVA TV

DAXWAZÊN AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER ABDULLAH OCALAN DEWAM DIKIN

HÊLÎN MISTEFA: EM DERBARÊ REWŞA RÊBER OCALAN DE BI FIKARIN

Her ku diçe Hikumeta faşîst a AKP-MHP tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan girantir dike li kêlek wê jî daxwazên ji bo azadiya Rêber Ocalan jî li seranserî cîhanê zêdetir dibe,

têkildarî mijarê siyasetmedarên bajarê Hesekê ji RojavaTV re axivîn û banga azadiya fîzîkî ya rêber ocalan kirin .

Rêvebira Ciwanên PYD a bajarê Hesekê Hêlîn Mistefa diyar kir ku ew derbarê rewşa rêber ocalan de bi fikarin .

Her wiha Rêvebirê navenda PYD a bajarê Hesekê Remedan Fetah jî got tecrîda li dijî Rêber Apo, tecrîda li dijî gelên Rojhilata NavÎn e .

Hêjaye gotinê ku rojane li seranserî Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan tên lidarxistin.

wê 10 vê mehê jî meşeke ji bo şermezakirina tecrîda giran a li dijî Rêber APO li ser asta Herêma Cizîrê li bajarê Qamişlo bê lidarxistin.