Kanala ROJAVA TV

MECLÎSA ZAGONSAZ A HERÊMA CIZÎRÊ CIVÎNA XWE YA SÊYEMÎN LI DAR XIST

Meclîsa Zagonsaz a herêma Cizîrê li navçeya Amûdê sêyemîn civîna xwe di vê mehê de li hola civînan a Meclisa Zagonsaz li dar xist.

Di encamê civînê de gelek biryayar û guhertinên girîng çê bûn.

 

Îro Meclîsa Zagonsaz a herêma Cizîrê sêyemîn civîna xwe li hola civînan a Meclîsa Zagonsaz a bajarê Amûdê li dar xist.

Civîn bi amadebûna Desteya Serokatiya Meclisa Zagonsaz, Serokatiya Meclisa Rêveber, Şêwirmenda Rêveberiya Xweser li herêma Cizîrê Cihan Xelîl, Hevseroka Desteya Giştî Sîham Qario, hevserokên desteyên Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê tevî 98 endamên Meclîsa Zagonsaz, hat li dar xistin.

Civîn bi xwendina rapora xebatên Encêmena Zagonsaz û nirxandina rewşa siyasî, hate dest pê kirin.

Piştre rewşa rêxistinî û berdewamkirina xebatên rêxistinî û îdarî di encumena Rêveberiya Xweser de hate nîqaşkirin.

KARÊ ENCUMENA ZAGONSAZ Û CÎBCÎKAR HERÎ ZÊDE 6 MEHAN HAT DIRÊJKIRIN

Ji ber rewşên awarte yên ku Rêveberiya Xweser tê re derbas dibe, ji ber ku ew li ber pejirandina Peymana Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne, li gor wê û li ser bingeha peymana civakî ya Li gor madeya /48/, karê encumena Zagonsaz û Cibcîkar herî zêde 6 mehan hat dirêjkirin.

ISTÎFAYA HEVSEROKA ENCUMENA CÎBICÎKAR A CIZÎRÊ NAZÎRA GEWRIYÊ HAT HATE PEJRANDIN

Di civînê de, Istîfaya hevseroka encûmena cîbicîkar ya herêma Cizîrê “Nazîra Gewriyê” hate qebûl kirin û karê cîgira hevserokatiya desteya perwerdeyê “Vivian Baho Ossî” hate rawestandin.

VÎVYAN BAHO OSÎ WEKE HEVSEROKA ENCUMENA CÎBICÎKAR A CIZÎRÊ HAT ERKDARKIRIN

Encumenê her wiha bi piraniya mutleq dest nîşankirina “Vîvyan Baho Osî” weke hevseroka encumena cîbicîkar a herêma Cizîrê, seknandina karê Ofîsa Karûbarên Olî û Baweriyan, her wiha Dr. “Amel El-Xeter” wek seroka hevbeş a Rêveberiya Çandinî û Avdaniyê li herêma Cizîrê, hatin erêkirin.

Civîna encûmena zagonsaz bi pêşkêşkirina xelata rêzgirtinê ji bo Nezîre Gewriyê bi dawî bû.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Nazîra Gewriyê ji destpêka damezrandina Rêveberiya Xweser ve, erka hevserokatiya encûmena zagonsaz a herêma Cizîrê û paşê jî hevserokatiya encumena cîbicîkar girtiye ser milê xwe.