Kanala ROJAVA TV

6’EMÎN FESTÎVALA ŞEHÎD YEKTA HEREKOL BI XELATKIRINA ŞANOYÊN BISERKEFTÎ BI DAWÎ BÛ

Piştî heftiyekê ji pêşkêşkirina şanoyan, îro festîvala 6’emîn ya Şano ya şehîd. Yekta herekol bi belavkirina xelatan bi dawî bû.

festîvala 6’emîn ya Şano ya ş. Yekta herekol îro bi belavkirina xelatan li ser komên ku beşdarî festîvalê bûne bi dawî bû.

di Roja dawî ya festîvalê de hevseroka desteya TEV-ÇAND a bakûr û rojhilatê Sûriyê Sûmeya Mihemed axivî û bal kişand ser rola şano di derxistina êş û azarên gelê herêmê de..

Piştre hunermendê ji başûrê Kurdistanê Pêşawa Remezan çend stran bi zimanê Soranî ,koma şanoyê ya navenda Aram Dîkran a Rimêlanê şanoyek bi navê ‘’ Gelo te kes kuştiye’’ koma govendê ya navenda Mihemed Şêxo berhemên xwe pêşkêş kirin.

 

SÛMEYA MIHEMED- HEVSEROKA DESTEYA TEV-ÇAND A BAKÛR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ

Di fastîvalê de şanoya ‘’koçberiya newresên bejî’’ Mem û Zîn , şanogerê zarok Mîran Elo û Sema Zeyat , şanoger Dilcan Oso û şanoya Berf jî Dêşe ku bi serketin hatin xelatkirin.

 

MIHÎDÎN ERSELAN- NIVÎSKAR Û DERHÊNERÊ SÎNAMA

27’ê Adarê bi boneya roja şano ya cîhanî festîvala 6’emîn ya Şano ya ş. Yekta herekol li navenda Mihemed Şêxo ya çand û huner li bajarê Qamilo hate lidarxistin.

Fastîvsl bi beşdariya komên şano yên Rojava û komek ji Rojhilatê Kurdistanê heta heftiyekî berdewam kir.