XWENDEKAR Û MAMOSTEYÊN ZANÎNGEHA ROJAVA CEJNA NEWROZÊ PÎROZ KIRIN
Di bin dirûşmeya, her dem Newroz Her der azadî ye, xwendekar û mamosteyên Zanîngeha Rojava, agirê Newrozê geş kirin û cejn pîroz kirin.
Bi amadebûna hevserok, mamoste û bi dehan xwendekarên zanîngeha Rojava, şahiya Newrozê, li avahiyê Zanîngehê hate lidarxistin.
Di şahiyê de Hevseroka Zanîngehê Şînda Dawûd û Berdevka Xwendekaran Selwa Ebdû axivîn û gotin, ew ê bi rihê Newrozê, Kurdistaneke azad pêk bînin.
Her wiha Xwendekarên Zanîngehê kêfxweşiya xwe bi şahiyê anîn ziman û Newroz weke roja nû û azadiyê bi nav kirin.
Paşê komên stranan berhemên xwe pêşkêş kirin û li dora stranên neteweyî û şoreşgerî xwendekaran dîlan gerandin.
ŞÎNDA DAWÛD- HEVSEROKA ZANÎNGEHA ROJAVA
EMCED KURDO- BERDEVKÊ XWENDEKARÊN ZANÎNGEHA ROJAVA