LI ŞEHBAYÊ AMADEKARIYÊN PÊŞWAZÎKIRINA CEJNA NEWROZÊ BERDEWAM IN
Li Şehbayê tevî êrîşên rojane û dorpêça hikûmeta Şamê, dîsa bajar bi xemlên Newrozê hatiye xemilandin û komîteya amadekar a Newrozê amadekariyên xwe didomîne.
Endamên komîteya amadekar dibêjin, ew ê Newroza îsal bikin, navgîna azadiya fîzîkî ya Rêber APO û rizgarkirina herêmên dagirkirî.
Tevî dorpêça Hikûmeta Şamê û êrîşên rojane yên dewleta Tirk, dîsa koçberên Efrînî kantona Şehbayê bi xeml û rengên Newrozê yên bedew dixemilînin.
Komîteya amadekar a Newrozê, cihekî taybet ji bo pîrozkirinê li navçeya Ehdas veqetandiye û piraniya amadekariyan bi dawî aniye.
Endama Komîteya Amadekar a Newrozê diyar dike, ew ê Newroza Îsal bikin navgîna azadiya fîzîkî ya Rêber APO.
ZELAL EBDO- ENDAMA KOMÎTEYA AMADEKAR A NEWROZÊ
ZELAL EBDO: EM Ê NEWROZA ÎSAL BIKIN NAVGÎNA AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO
Ji hêla xwe ve Hevserokê şaredariya Ehdasê dibêje, amadekariyên wan ber bi dawiyê ve diçin û qad ji bo Newrozê amade ye.
ÎBRAHÎM REŞÎD- HEVSEROKÊ ŞAREDARIYA NAVÇEYA EHDASÊ
ÎBRAHÎM REŞÎD: AMADEKARIYÊN PÎROZKIRINA NEWROZÊ BEREV DAWIYÊ VE DIÇIN
Li gorî komîteya amadekar a Newrozê biryar e sibe li seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê cejna Newrozê bi coşeke mezin were pîrozkirin û bi sedhezaran kes biherikin qadên Newrozê.