LI HESEKÊ PIREKE NÛ JI BO ÇÛNÛHATINÊ HATE AMADEKIRIN
DAWÛD ŞÊXMÛS- ENDEZYARÊ PROJEYÊ ŞÊXMÛS: PIRA BEYRÛTÎ ALTARNATÎVA PIRA DOLAB EL- IWÊS E
Ji ber barîna baranê û rabûna lehiyan, pira Dolab El- Asî ya li bajarê Hesekê ji xizmetê derkeftiye û qerebalixiyeke trafîkê li bajêr peyda bûye.
Desteya rêveberiyên herêmî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo çareserkirina wê pirsgirêkê, dest bi sererastkirina pira Beyrûtî kir.
Pira Beyrûtî ya ku niha Rêveberî dest bi sererastkirina wê dike, bakur û başûrê bajêr bin hev ve girê dide û niha ji bo çûnûhatinê amade ye.
Projeya pira Beyrûtî biryar bû di gulana îsal de temam biba, lê ji ber têkçûna pira Dolab El- Asî, rêveberiyê ew weke altarnatîva lezgîn bi kar anî.
Niha pir ji bo çûnûhatinê tê bikaranîn û bi tenê çend pêdawistiyên wê mane ku ew jî dê di rojên pêş de temam bibin.