Kanala ROJAVA TV

XELKÊN EYN ÎSA Û KOÇBERÊN GIRÊ SPÎ NEWROZA 2023’YAN PÎROZ KIRIN

FERHAD ŞIKIRÎ- ENDAMÊ NAVENDA ÇAND Û HUNER YA LI EYN ÎSA

şêniyên navçeya Eyn Îsayê û koçberên kantona Girê Spî bi dirûşma “Bi rihê berxwedana Newrozê em ê azadiya fîzîkî ya Rêbertî mîsgoer bikin û dagirkeriyê têk bibin” Newroz pîroz kirin.

Pîrozbahiya Newrozê bi pêşengtiya Komîteya Çand û Hunerê ya Encumena Kantona Girê Spî ve li Parka Jinê ya Eyn Îsayê hat lidarxistin.

Bi sedan şêniyên navçeyê û koçberên ji Girê Spî tev li pîrozbahiyê bûn.

Meşaleya Newrozê ji aliyê hevserokên Encumena Kantona Girê Spî û cîgirê wan ve hat pêxistin.

piştre axaftin hatin kitin, di axaftinan de hate gotin, bi saya fedekariyên Şehîdan newroz bi aramî û azadî tê pîroz kirin.

her wiha banga xurtkirina projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hate kirin.

piştî axaftinan, komên stran û kovendê yên kevana Zêrîn berhemên xwe pêşkêş kirin.