Kanala ROJAVA TV

RÊVEBIRIYA KAMPA GIRÊ SPÎ JI BO ZIRAR LI ŞÊNIYÊN KAMPÊ NEBIN; TEDBÎR GIRTIN

EZÎZE EL-HESEN - HEVSEROKA RÊVEBERIYA KAMPA GIRÊ SPÎ

Rêvebiriya kampa koçberên ya Girê Spî ji bo parastina koçberan ji zirarên baran zêde tedbîr girtin.

Kantona Girê Spî jî weke herêmên din ên bakur û rojhilatê Sûriyê ku baranek zêde lê bariya ye.

Lê Kampên ku koçberên Girê Spî lê dimînin, zirarek mezin ji barîna zêde ya baranê nedîtibûn. Ew jî ji ber ku rêveberiya kampê beriya wê bi çend roja tedbîrên xwe girtibûn.

Hevseroka rêveberiya kampa Girê Spî Ezîze el-Hesen ji Rojava Tv re tekez kir ku tu qeza li kampê çênebû her wiha hemû welatiyên li kampê dijîn agahdar kirin ku tedbîrên xwe bigirin.