Kanala ROJAVA TV

⁣GELEK DIBISTANÊN LI KANTONA ŞEHBAYÊ ZIYAN JI BER ERDHEJAN DÎTINE

Li kantona Şehbayê cihê mayîna koçberên Efrînê, gelek dibistanan ziyan ji ber erhejan dîtine.
Desteya Perwerdê ya Efrîn – Şehba Ji bo ku jiyana xwendekaran biparêze çareseriyên altirnatîv pêk anîn.

du erdhejên bi pileya 7.7 û 7.6 di 6 Sibatê de li bakurê kurdisan, Turkiyê û Sûriyê dan û di encamê de ziyanên mezin çêbûn.

Dibstanan jî para xwe ji ziyanê dîtin, li kantona Şehba anku cihê mayîna koçberên Efrînê gelek dibistanan zirar dîtine û xwendekar nikarin lê waneyan bibînin.

Desteya perwerdê ya Efrîn – Şehbayê altirnatîv ji bo vê rewşê peyda kirin.

Rêvebera dibistana Ehdasê Narîman Mihemed dibêje, wan li cihê dibistanan kon ji xwendekaran re vegirtine.

Xwendekara bi navê Fatma Hac Mihemed jî got tevî rûdana Erdhejan jî wan dest ji perwerdeya xwe bernedan û di nava Çadiran de perwerdeya xwe dewam kirin.

Tê zanîn ku tevî zehmetiyên li kantona Şehbayê, hikûmeta Şamê wê dixe bin dorpêçeke giran û nahêle sotemenî û tiştên xwarinê, derbas bibin.