Kanala ROJAVA TV

JINEK JI SCOTLANDAYÊ: RAST E EZ BI ZIMANÊ VÊ HERÊMÊ NIZANIM LÊ GELEKÎ KÊFXWEŞ IM

Di nav meşên girseyî yên 8’ê Adarê de ne tenê jinên Kurd, Ereb, Suryan û pêkhateyên din amade bûn lê belê jinên ji dewletên cuda yên Cîhanê jî tevlî bûn.

Jinek ji Skotlandayê navê wê Îvan e kêfxweşiya xwe ji bo vê rojê tîne ziman û dibêje: rast e ez bi zimanê van jinan nizanim lê ez gelekî kêfxweş im tevlî vê meşê bûme.