Bi boneya 8’ê adarê, roja jinan a cîhanî, jinên ciwan ên encumena malbatên Şehîdan, li Kobanê meşek li dar xistin.
Meş bi beşdarbûna bi dehan jinên kobanê li pêşiya derbasgeha bajêr dest pê kir û li goristana Şehîdan veguherî mitîngê.
Di destpêkê de daxuyaniyek ji hêla jinên ciwan ve hate xwendin û 8’ê adarê li tevahî jinên cîhanê pîroz kirin.
Her di meşê de soza şkandian tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Rêber APO hate dayîn.
Beşdarên meşê gotin, heta ku Rêber APO azad nebe, ti carî jin û civak azad nabin.