Kombûna Jinên Zenûbya bi boneya nêzîkbûna 8’ê Adarê, civînek li Reqa li dar xist.
civîn bi diruşma “Jin, Jiyan, Azadî, Ber bi Şoreşa Jinê ve” li hola mişoar a Reqayê hate li dar xistin û têde bi dehan jinên xebatakar ên di saziyên reqa de amadebûn.
Di civînê de semînerek derbarê xebatên jinan û rola wan a bibandor di warên jiyanê de ji aliyê Şêwirmenda encumena Sivîl a Reqayê Laleşîn Ebdullah ve hate dayin.
Rêvebera Ofîsa Kombûna Jinên Zenûbya li ser armancên civînê axivî û rola mezin ya jinan di civakê de diyar kir.