Kanala ROJAVA TV

CIWANÊN HERÊMA FIRATÊ CIVÎNA XWE YA SALANE LI DAR XISTIN

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê, civîna xwe ya salane li bajarê Kobanê li dar xistin û tekezî li ser azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kirin.

MIX

Civîn bi beşdariya bi dehan endam û rêveberên tevgerê, bi deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir.

Di civînê de ciwanan karûxebatên xwe yên salakê nîqaşkirin û pilana xwe ya kar a ji bo îsal jî diyar kirin.

di beşekî din a civînê de Ciwanan tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan nîqaş kirin û tekez kirin ku heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber APO ew ê têbikoşin.

Di dawiyê de senevîzyonek jî li ser jiyana Rêber APO hate pêşandan û civîn bi encamnameyên girîng bi dawî bû.